Li Rihayê amadekariya 8’ê Adarê
Li Rihayê amadekariya 8’ê Adarê
Li Rihayê amadekariya 8’ê Adarê
Hevseroka Rêxistina BDP'a Rihayê Leyla Akçan, der barêi pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku we dê hefteyekî 8'ê Adadê pîroz bikin û di 2'e Adarê de li navçeya Pirsûsê bi tevlêbûna hemû navçeyan mîtînga jinan pêk bînin.
Hevseroka BDP'e ya Rihayê û Endama Meclîsa Jinan Leyla Akçan, têkildarî bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li avahiya BDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî.
Akçan, bernameya 8'ê Adarê ya Rihayê aşkere kir û diyar kir ku ew dê hefteyekî li qadan 8'ê Adarê pîroz bikin. Akçan bername wiha aşkere kir:
"Di 1'ê Adarê de li gundê Cavsakê yê Hewagê, di 2'ê Adarê de li navçeya Pirsûsê em dê bi tevlêbûna hemû jinên herêma Rihayê mitîngê pêk bînin. Di 3'ê Adarê de li Serêkaniyê şahiyê pêk bînin. Di 4'ê Adarê de li Wêranşarê dê li jinan qurnefil bên belavkirin. Dîsa dê bi cilên neteweyî defîle bê peşandan. Di 5'ê Adarê de li Wêrnaşarê şahî bê lidarxistin. Em dê di 8'e Adarê de dê beştarî mîtînga Dêrsimê bibin. "