Li Ranyayê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li Ranyayê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li navçeya Ranyaya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê di 10’ê Adarê de bê pîroz kirin.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi boneya pirozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê wê şahiyek bê li darxistin. Roja Jinan wê di 10’ê Adarê roja Yekşemê li parka Derbaze di demjimêr 13:00’an de were pîroz kirin. şahiya pirozbahiya 8’ê Adarê ya navçeya Ranya ji aliyê RJAK’ê ve tê organîze kirin.

Di derbarê pîrozbahiya 8’ê Adarê ya devera raperîn Ranyayê de endama reveberiya Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) û endama komîteya amedekar ya şahiyê Sozdar Mecîd daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, weke hemû deverên Kurdistan û cîhanê li navçeya Ranya jî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê wê were pîroz kirin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Beriya her tiştî em vê rojê li Rêber Apo, dayîkên şehîdan, hemû jinên cîhanê û bitaybet li jina Kurd pîroz dikîn û bang li hemû gelê xwe bi taybet jinan dikîn ku beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê ya Ranya bibin.”

Herwiha Mecîd got ew her sal bi sloganekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û da zanîn ku, wê îsal jî bi slogana “Ji Rozayan Ta Sakîneyan Tekoşîna We Tekoşîna Me Ye, Riya We Riya Me ye” 8’ê Adarê pîroz bikin.