Li Qoserê dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ hate berzkirin

Jinan di mîtînga bi coş a li Qoserê de, tecrîda Îmraliyê şermezar kirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin

8'Ê ADARÊ

Li navçeya Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîng hate kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî ketin qada bi bariyeran hate girtin, bi tilîlî û îşareta serkeftinê govend gerandin. Jinên ku li gel stranên hatin lêxistin re govend gerandin, şalên xwe yên bi rengên kesk, sor û zer hejandin û bandajên bi rengê xemrî girêdan. Ji bo jinên ku ji navçeya Dêrikê bi cilên xwe yên herêmî ketin qadê çepikeke xurt hate lêdan. Jinan li qada ku bi dowîzên ku daxwazên wan li ser dinivîsî ketinê, pankartên “Em li her derê ne em ê serweriya mêran têk bibin” , “Jina azadbûyî nîşaneya civaka demokratîk û azad e” , “Mafê xweparastinê heq e” û “DEM dema vejîna jinên ciwan e” hatin vekirin.

Li qadê dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bilind bûn û jinan bi tilîliyên xwe yên bênavber qad hejandin. Bername bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û di vê navberê de jî dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. 

Ewilî Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ku du meh in li Mêrdînê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Nobeta Edaletê de ne derketin ser dikê. Ji bo dayikên ku pêşmalkên daxwazên wan li ser dinivîsî derketin ser dikê çepik hatin lêxistin. Dayika Aştiyê Perîhan Altûg axaftineke kurt kir.

Altûg, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Mifteya aştiyê (Ocalan) îro di bin tecrîdeke giran de ye. Em ê azadî û edaletê bînin, em ê vê zilmê hilweşînin. Em li pey edaletê ne, em li cem zarokên xwe û gelê xwe ne. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê xwedî li roja xwe û mafên xwe derkevin. Em kurd in gel in û em hene. Em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin, bi xwedîderketina mafên xwe û gelê xwe biçin Newrozê. Li pêşiya hilbijartin hene. Em ê div an hilbijartinan de xwedî li dengên xwe jî derkevin û serbikevin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî diyar kir ku dixwazin di kesayeta Nagîhan Akarsel, Arîn Mîrkan, Jîna Emînî û hemû jinan de felfeseya “Jin jiyan azadiyê” bi bîr bixin û wiha got: “Em ji vir ji birêz Abdullah Ocalan ê ev felsefe afirandiye re silavan dişînin. Jinên kurd tecrîdê qebûl nakin, jinên kurd tecrîda li ser ziman û jiyana wan qebûl nakin. Kesên ku pirsgirêka kurd a 100 salî, pirsgirêka qetilkirina jinan û tecrîdê nikarin çareser bikin, nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Navnîşana çareseriyê diyar e. 103 roj in girtiyên azadiyê ji bo çareseriyê di greva birçîbûnê de ne. Kesên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, bila guhên xwe bidin girtîgehan. Bila guhên xwe bidin jinên kurd, wê demê dê bibînin ku pirsgirêka kurd çawa çareser dibe. Deriyên Îmraliyê vekin, maseyê deynin, pişt re ji bo gelê kurd û gelên din aştiyeke birûmet bînin.”

Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz a pişt re axivî jî diyar kir ku kesên bi êrişan û cînayetan nekarîn gelê kurd xelas bikin îro hewl didin bi polîtîkayên şerê taybet kurdan biqedînin û got: “Gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên wan pûç kirin. Jinên kurd hemû hesabên wan xerab kirin. Li dijî van hemû krîzan, li dijî polîtîkayên şerê taybet, li dijî krîza aboriyê çareserî felsefeya birêz Ocalan e. Tecrîd ne çare ye. Şer ne çare ye. Çare vekirina deriyên Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em li cem Ocalan in, sed sal jî derbas bibin em ê li ber xwe dibin, em ê li ber xwe bidin, em ê li ber xwe bidin.”