BI DÎMEN

Li Qereqozaxê baregeha dagirkeran hate îmhakirin

QSD'ê bîlançoya berxwedana 24 saetan a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) eşkere kir û ragihand ku li Qereqozaxê baregeheke çeteyan bi temamî hatiye îmhakirin.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser şer û çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Doh (Çarşem) balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê dewam kirin. Balafirên gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir û ji êvara Sêşem/Çarşemê heya saetên dereng ên êvara Çarşem/Pêncşem ve derdora Bendava Tişrînê bi obîsên û çekên giran topbaran kirin. Di topbaranê de zerar li hêzên me nebûn.

Hêzên me li Girê Qereqozaxê gelek çalakî li dar xistin, let encamên van çalakiyan nehatin zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn jî li Girê Qereqozaxê li baregeheke çeteyan xist û baregeh bi temamî rûxiya.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dgirker gundên Xeseq, Mehlê û Dîkan ên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên navborî bi obîsên giran, topên hawanan û tankan bi awayekî ketober topbaran kirin. Gundên Xeseq, Tîna, Cada, Bîr Hiso û Qereqozaxê  bi zêdetirî 150 topan hatin hedekirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê malek bombebebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û jinek birîndar bû.

Li eniya Dêr Hafirê jî balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan û nuqteyeke hêzên me bombebebaran kirin. Ji ber bombebebaranê zerarên madî tenê çêbûn."