Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8'ê Adarê

Li Qamişloyê Meclîsa Jinê ya Kongreya Îslamî ya Demokratîk bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyanî da. Koordînasyona Kongra Star a Girkê Legê jî pêşangehek vekir.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re, daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe ya li taxa Xelîc a Qamişloyê da. Endama Rêveberiya Nivîsgeha Ragihandinê ya kongreyê Jiyan Ebas daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de de berxwedana jinan hat silavkirin û jinên pêşeng; Roza Luxemburg, Sakîna Cansiz, Arîn Mîrakn, Rîhan Amûde, Yusra, Jîna Emîn, Zelal Zagros û Sorxwîn Rojhilat hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna jinan a encama mîrasa têkoşîna di dîrokê de ye bi êrişan tune nabe. Li hemberî pergala baviksalar  jî banga yekitî û têkoşîna hevpar li tevahî jinên cîhanê hat kirin.

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi heman boneyê, pêşangeheke kardestiyan li navenda xwe ya Qamişloyê vekir. 8 jinan berhemên xwe wekî di pêşangehê de nîşan dan.

Bi dehan jin û endamên saziyên sivîl, xizmetguzariyê û Kongra Star tev li pêşangehê bûn.

GIRKÊ LEGÊ

Kongra Star a navçeya Girkê Legê pêşangehek kardestiyan bi navê şehîd Feraşîn Baran li avahiya Meclisa bajarokê Mistefawiye vekir.

Endama Hêzên Têkoşîna Li Dijî Terorê (YAT) Feraşîn Baran 17’ê Adara 2023’yan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbû.

Hevseroka Meclisa bajarokê Mistefawiye Fatme Şêxo axivî û 8`ê Adarê li jinan pîroz kir. Der barê sedema vekirina pêşangehê de, Fatme got: "Em armanc dikin ku çanda herêmê biparêzin û nifşê nû mîrasa xwe ya kenvar nas bike."

Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Feraşîn Baran Nacde Osê ve hate vekirin. Di pêşangehê de, amûr û cil û bergên çanda herêmê hatin pêşandan. Her wiha koma Kulîlkên Kurdistanê (Wurud Kurdistan) şanoyek bi navnîşan "Azadiya jinan" û govendeke kurdî pêşanda.

Di dawiya pêşangehê de, diyariyek pêşkêşî malbata şehîd Feraşîn Baran hat kirin.