Li Polonyayê bi hezaran jin di çalakiyê de ne
Li Polonyayê piraniya wan jin, bi hezaran kesî li dijî pêşnûmeqanûna ku jiberbirinê bi temamî qedexe dike, çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Endamên koma Jin ji bo Jinan (Dziewuchy Dziewuchom), li dijî qanûna ku li Polonyayê jiberbirinê (kurtaj) bi temamî qedexe dike, meş li dar xistin.
Di ‘Meşa Rûmetê’ ya bi şîara ‘Ez heme, difikirim, bîryarê didim’ de pankartên ku banga parastina mafên jinan dikin hatin rakirin. Di çalakiya bi tevlîbûna deh hezaran pêk hate de planên bi temamî qedexekirina jiberbirinê hatin protestokirin.
Li gor qanûna ji sala 1993’yan ve ji Polonyayê re maye, jin tenê dema xeteriya mirinê, nexweşiyên giran ên di embriyoyê de an jî ducaniyên ji ber destavêtinê an jî têkîliyên ensestê mafê wan ên jiberbirinê hene.
Li Polonyayê ku baweriya Katolîk herî zêde li vir giran e, koma Dziewuchy Dziewuchom xwe li dijî polîtîkayên mûhafazakarên tund bi rêxistin kirin. Niha endamên wan ên di tevna civakî de zêdetirî 100 hezaran e.