Li Platînovak bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin
Li Platînovkayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê, bi daxuyaniyekî çapemeniyê şideta li ser jinan hate şermezarkirin.
Li Platînovkayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê, bi daxuyaniyekî çapemeniyê şideta li ser jinan hate şermezarkirin.
Organîzasyona Jinên Kurd ên Krasnodar a Bêrîtan ên ku xebatên xwe li bajarê Krasnodar a Federasyona Rûsyayê dimeşînin, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê daxuyaniyekî çapemeniyê da. Geleke kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku li navçeya Platînovka a girêdayî bajarê Krasnodarê bûn.
Daxuyanî ji aliyê endama rêvebera Meclîsa Jinan Aîde Babayeva ve hate xwedin, di serî de bang li jinê Kurd û hemû jinê Cîhanê kirin ku têkoşînê bilind bikin û têkoşîna azadiya Zîlanan, bêrîtanan, Arînan û Sarayan xurt bikin.