Li pey xwe emrekî diyarî azadiyê hatiye kirin hişt

Endama Meclîsa DBP Sêvê Demîr a li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin li pey xwe emrekî diyarî azadiya gelê xwe jinan hatiye kirin hişt.

Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr ku ji roja ewil heta niha li Silopiyayê li cem berxwedana gel cih girt û ji Sîlopiyê veneqetiya bi hevalên xwe yên têkoşînê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar ve ji aliyê hêzên dewletê ku feramana "bikujin ji darazê netirsin" girtine ve duh li Silopiyayê hat qetilkirin.

Demîr a ku hate qetilkirin li pey xwe emrekî diyarî azadiyê hatiye kirin hişt. Demîr ji ciwantiya xwe di nava xebatên jinan û siyaseta Kurd de cih girt herî dawî li Şirnex û navçeyan xebat dida meşandin. Demîr dema ku endama Komîsyona Jinê ya KCD'ê bû di 14'ê Nîsana 2009'an de hate binçavkirin û di 18'ê Nîsana 2009'an de jî hate girtin. Piştî ku hate girtin têkoşîna xwe li Girtêgeha Amedê berdewam kir û ji bo parastina bi zimanê dayikê li dadgehan ji sekna xwe tawîz neda.

Demîr a 5 salan girtî ma piştî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şertên Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bê, ji bo daxwaza parastina zimanê dayikê tevli greva birçîbûnê ya di 12'ê Îlona 2012'an de hate destpêkirin bû û 68 rojan di grevê de ma û piştî 68 rojan bi banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi dawî bû.

Demîr di 23'yê Tebaxa 2015'an de di kongreya DBP'ê de weke endama meclîsa partiyê hate hilbijartin û piştre jî li Mêrdîn û Şirnexê dest bi xebatê kir.

Demîr a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo greva birçîbûnê pêşengî kir yek ji 9 jinên girtî bû. Demîr di salvegera greva birçîbûnê de ji DÎHA'yê re axivîbû. Demîr wiha gotibû: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê demê di bin tecrîdê bû. Ji bo hevdîtina parêzeran jî destûr nedihat dayîn. Dixwestin rastiya ku Ocalan îradeya Kurdan e tune bikin. Nepêkan bû ku em vê yekê qebûl bikin. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de muxatab Ocalan e. Em di ferqê de bûn ku ji bo ev pêvajoya zilmê veguhere çareseriya demokratîk pêwîst e. Ji bo vê yekê jî divê tecrîda li dijî Ocalan bihata rakirin. Ligel hemû pêkûtiyên dewletê ji bo ku grev bê dawîkirin jî îradeya Kemal Pîr derket holê. Di vê çalakiyê de Ocalan muxatab hate girtin. Ê ku çalakî bi dawî kir jî deriyên muzakereyê vekir jî Ocalan bû."