Li ParlaSûrê rewşa li Kurdistanê hate nirxandin
Civîna Parlamenta Hevpar a Latîn Amerîkayê li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê hate lidarxistin. Beşdarên civînê li ser rewşa li Kurdistanê rawestiyan.
Civîna Parlamenta Hevpar a Latîn Amerîkayê li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê hate lidarxistin. Beşdarên civînê li ser rewşa li Kurdistanê rawestiyan.
Li Parlamenta Hevpar a Latîn Amerîkayê (ParlaSûr) rewşa li Kurdistanê hate nirxandin.
Ji Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar li civîna Konseya Jinê ya li nava Civîna Demî ya ParlaSûrê axivî û têkildarî Tevgera Jinên Kurd û êrîşên li dijî siyasetmedarên Kurd agahî da. Yaşar di axaftina xwe de, rewşa rojane bi berfirehî nirxand û li dijî êrîşan banga piştgiriyê kir.
Yaşar da zanîn, gelê Kurd ku bi sedan salan e ji bo man û nemanê têdikoşe, di 40 salên dawî de têkoşîna xwe derxistiye qonaxeke nû û anî ziman, ev yek di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hêviyek e. Yaşar da xuyakirin, di serî de Tirkiye hêzên herêmê hewl didin vê hêviyê bifetisînin û destnîşan kir, ku Tevgera Jinên Kurd a li Rojhilata Navîn bi hêza pêşengiyê radibe, ji aliyê van hêzan ve weke xeteriyeke girîng tê dîtin, lewma êrîş lê tên kirin.
Melîke Yaşar girtina saziyên mîna KJA û JINHA'yê, her wiha girtina berdevk û aktîvîstên van saziyan weke êrîşa li hemû jinan nirxand û girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê jî weke darbeyeke girîng a li hêviya aştiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi nav kir. Yaşar anî ziman, Tirkiye vediguhere rejîmeke dîktator û ji tevahiya cîhanê xwest, vê rastiyê bibîne.
Seroka dîwanê Ana Marîa Corradî jî bibîr xist, ku beriya niha di dema rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'yî de, jinên endamên ParlaSûrê peyama piştgiriya ji bo HDP'ê weşandibûn û diyar kir, ew bi gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re ne. Corradî diyar kir, ew daxuyaniyeke piştgiriyê amade dikin. Anna Marîa Corradî da zanîn, ew ê vê mijarê di civîna dawiya salê ya ParlaSûrê binirxînin, ku civîn wê di 1'ê Kanûnê de li Ûrûgûayê pêk were. Anî ziman, ku ew ê hewl bidin bikin ku hemû welatên MercoSûrê daxuyaniyeke hevpar biweşînin.