Li Parîsê li ser hemû parametreyên jineolojiyê hate rawestandin
Tevgera Jina Kurd a Ewropayê duh bi navê, ‘’Li dijî tarîtiya zanistên pozîtîf Jineolojî; jin jiyan azadî’’ konferansa xwe li paytexta Fransayê, Parîsê pêk anîn.
Tevgera Jina Kurd a Ewropayê duh bi navê, ‘’Li dijî tarîtiya zanistên pozîtîf Jineolojî; jin jiyan azadî’’ konferansa xwe li paytexta Fransayê, Parîsê pêk anîn.
Li konferansê rexneya zanistên pozîtîf, wekî paradîgmaya jinê li ser hemû parametreyên jineolojiyê hate rawestandin.
Konferansa ku duhî li Qesra Konferansê ya Monteuîlê pêk hatî, diyarî yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerê KNK’ê yê Parîsê Fîdan Dogan û endamê Tevgera Ciwnan Leyla Şaylemez ku 9’ê Rêbendana 2013’an li Parîsê hatibûn şehîd bûbûn, hate kirin.
Destêpka konferansê ji hêla Nûnertiya Tevgera Jina Kurd a Navnetewî Nûrsel Kiliç ve hate kirin. Moderatoriya rûniştina pêşî ya bi navê Rexnelêgirtina Zanistên Pozîtîf bi seroktiya Ayşe Berktay ve pêk hat. Ji ber sedema astengkariya Tirkiyê Fîgen Aras ji Akademiya Jinan a Amedê bi rêya Skype’yyê tevlê bû. Profesorê Zanîngeha Parîs Dîderotê, Jules Falquet li konferansê amade bû.
‘XEBATÊN CERIBANDINÊ YÊN JINÊ NAYÊN DÎTIN’
Falquet ceribandinên xwe yên ku li Amerîkaya Latîn, Salvador û li deverên cihê ên dinyayê ku di nav xebatên tevgerên sosyal, femînîst e jiyayî helsengand.
Bal kişande ser wê ku li gelek deverên dinyayê ceribandibên tevgerên jinan hene lê pergala berdest ji ber ku navendên zanînê di destê xwe de digire encamên akademîk û civakî têra xwe ya jinê nayê dîtin.
Falquet bal kişand ku roj bi roj cihêtiyên zayendî, nîjadî û çînî kûrtir dibin û nîşan da ku jêderka hînbûnê û zanînê ji derdorên zanîngeha bêhtir di nav tevgerên sosyal û civakî de têne bidestxistin û bi tecrûbeya jiyana xwe ev hîn bûye.
'MÊTINGERIYA HIŞÎ WEKE DÎWARÊN STÛR E'
Ji Akademiya Amedê Fîgen Aras got, bi têkiliya xweristê re jinê dermanê xwe, çareseriya xwe dîtiye û wiha pê de çû, ‘’Dêyên me bi kelandina pîvazan bedena me ji mîkropan pak dikir. Ku roj hat û heman tişt wekî antîbiyotîkê firotin wan, em dibînin ku jin bibîrnayînin ku ev zanîn a we ye. Ev mînakeke biçûk e ku pergalê zanîna jinê diziye û dîsa firotiye wê.’’
Aras diyar kir, têkoşîna li dijî kodên çêkirî yên koledariyê dijwar e û bal kişande ser vê: ‘’ Mêtina hişmendiyê weke dîwarekî stûr ê ku bi hezaran salan hatiye danîn, radiwesre lê tiştekî ku me hay jê heye dilê me xweş dike. Hişmendiya mirov pir vezîlokî ye; tiştê ku bi destê mirov tê afirandin bi destê mirov dikare were hilweşandin jî.’’ Aras got divê têkiliya di navbera zanîn û azadiyê; zanînê û jinê de were nîqaşkirin.
PIRSÊN DER HEQÊ JINEOLOJIYÊ DE HATIN BERSIVANDIN
Di rûniştina duyê ya konferansê de li bersiv ji pirsa geriyan: ‘’Weke paradîgmaya jinê Jineolojî çiye?’’ Piştî raberiya bi dîtbariyê ya Yekîniya Xebata Jineolojiyê ya PAJK’ê ji Tevgera Jina Kurd Haskar Kirmizigul û Fîdal Yildirim pirsên tevlêbûyinan ên derheqê jineolojiyê de bersivandin.
Piştre peyama Yekîneya Xebata Jineolojiyê ya PAJK’ê, ku ji bo konferansê hatibû şandin, hate xwendin. Piştre Fîdan Yildirim bal kişande ser, heya ku zanîst ji bin serweriya dewletê dernekeve wê azad nebe. Haskar Kirmizigul jî derheqê xebatên Tevgera Jina Kurd ên têkildarî jineoojiyê agahdarî da tevlêbûyiyan.
MIJARA XWERIZGARKIRINA JI RISTÊN KLASÎK HATE NÎQAŞKIRIN
Di rûniştina sêyê ya konferansê de jî mijarên malbatê, têkiliyên jin û mêr, xwe rizgarkirina ji ristên klasîk, hevjiyana azad, aborî, endustriyalîzm, ekolojî, modêlên alternatîf, feşkilîna hêz û hiyerarşiyê û xweparstinê hatin nîşqaşkirin. Axivêrên vê rûniştinê ku moderatoriyê wê Turkan Yildiz dikir, nûnerên Tevgera Jina Kurd a Ewropayê Rojda Yildirim, Dîren Polat û Aynur Halaku bûn.
Rojda Yildirim got, jineolojî ji hêla Tevgera Jina Kurd ve wekî ‘’bûyina paradîgmaya jinê’’ tê dîtin û wiha dest bi axaftina xwe kir. Rojda Yildirim behsa pêvajoya biyanîbûna zanistê ya li civak û jinê û destpêka têkçûna wê kir û wiha pê de çû, ‘’ zanista neolîtîk jî hebû; mirovan di ser têkiliyên wan ên bi xweristê re zanista xwe pêk dianîn û zanist civakî bû.’’ û bal kişande ser wê ku divê li cihê destpêkê yê têkçûnê were nerîn.
Yildirim rexne li ‘’objekirin’’ê û li hişmendiya dîroka rast û pêşveçûyî ya zanistên pozîtîf anî û got, ‘Mînak, bûyina dewletê, sazûmanbûna desthilatdariyê ya li ser neheqiyan ne gaveke pêşvebir e. Civakên xweristî yên beriya civaka çînî hoveber in yan ev dinyaya ku di nav şer û barbariyê de mayi pêşveber e? Ji bo vê jî divê em li dijî hişmendiya pozîtîf derkevin, ku dibêje, ‘diviya wiha bûya’. Ev awirdan hemû tiştên ku têne jiyîn weke ku xweristî bin nîşan dide. Zext û zordariyê, mêtinê weke tiştên ku diviya bihata jiyîn dide. Ji bo vê jî bi guman nêzîkbûna li van diyardeyan, rapirsîna wan ji hêla azadiya jinê ve pir girîng e.’’
Yildirim derbirand, divê têkiliyên li ser mêtinê bi jin û zilêm em baş bidin fêhmkirin û got divê saziya malbatê û zewazê bi awayekî hişkeber were rexnekirin û divê rêgezên azadîxwaz û hevpar werin pêşxistin. Bi berdewamî anî ziman ku wan, weke jinên Kurd ev bi nîqaşa hevjiyana azad bi pêş xistine.
‘XWEPARÊZÎ XELEKA XWEPARASTINÊ YA LI HEMBER DIJWARIYÊN XWERISTÊ YE’
Aynur Hulaku ku raberiya mijara xweparastinê kir, got, li hemberî dijwariya xweristê xeleka xweparastina civakê ye. Hulaku diyar kir, xweparastin tenê xweparastina fizikî di xwe ve venahewîne û bi berdewamî got: ‘’Jin divê avaniyên wiha pêk bînin ku wan ji hêla entelektuelî, psîkolojîk û fizîkî jî parastina wan bike.’’ Hulaku mînak da bê ka xweparastina rewa ji hêla pergala serwer ve, li gorî berjewendiyên xwe çawa bi kar bînin.
Dîren Polat bi serenavê ‘’Ekonomî, endustriyalîzm û ekoloji’’yê axivî got,’’ bêyî hebûna hişmendiya dîrokê em ê bi dîroka qirkirina civakê ya bi rêya ekonomiyê; bêyî hişmendiya ekolojiyê em ê bi têkiliya xweristê û ekonomiyê û bêyî hebûna etîk-estetîkê jÎ em ê nikaribin rêgezên bernameya xwe ya alternatîf a ekonomiyê pêk bînin. Ji bo vê jî divê em li ser perspektîfa jineolojiyê û aboriyê binerin û proje û planan çêbikin.’’ Polat diyar kir, besîxwebûn weke perspektîfeke aborî divê were fêhmkirin û got, ev her wiha tê wê wateyê ku hemû têkiliyên mêtingeriyê bi vê ji holê radibin. Polat anî ziman, ji bo ku jin dawî li têkiliyên pabenbûnê bîne divê kooperastîf û kolekttîfan birêxistin bike.
’JI BO KU HÎYERARŞÎ WERE TERTÛBELAVKIRIN JIN DIVÊ DI NAVENDAN BIRYARAN DE XWEDÎ CIH BE’
Havîn Guneşer jî mijara zemîna dewletên berdest û avaniyên desthilatdariyê û awayê xebata wan vegot û diyar kir, rêya tertûbelavkirina hîyerarşiyê ew e ku divê jin û ji bo vê jî civak di mekanîzmayên biryardayinê de cih bigire. Guneşere nîşan da ku jinên Kurd vê bi têkoşîna xwe, bi îdeolojiya xwe û saziyên ku ava kirine pêk tîne û di mijara tertûbelavkirina hêz û hîyerarşiyê de avaniyên saziyî yên Rojava, Bakur û Ewropayê yên Kurdan nîşan da.
Di beşê dawî yê konferansê de jî mijara endamên KolektÎfa Jinan a Kobanê û Akademiyên Jinê li ser mijara qadên azad ên zanistê axivîn. Pêşî nûnera Akademiya Jin a Rojava bi telefona dîtbarî girêdan saz kir û geşedanên siyasî yên dawî ên li Rojava, xebatên jin û mînakên saziyî yên jineolojiyê ji bo tevlêbûyiyên salonê veguhazt. Endamên Kolektifa Jin a Kobanê jî xebatên xwe yên van 2 salên dawî, projeyên ji nû ve avakirina Kobanê vegotin. Aktîvîsta jin Elîf Kokseçen jî piştî vegotina têgiha modernîteya demokratîk ku têkoşîina jinan, gelan û hemû beşên din vedibêje, di nav vê çarçoweyê de, derheqê akademî, navendan jinan, meclîsên jin, weqf û kooperatîfan ku di bin banê Tevgera Jina Kurd de cih digirin agahî da tevlêbûyiyên konferansê
Li dawiya konferansê jî Senetora Herêma 94. Helene Luç axaftineke slavdayinê li tevlêbûyiyan kir. Her wiha spasiyên xwe kirin, li Tevgera Jina Kurd a Ewropayê, endamên jinên kedkar û endamên Kolektîfa Kobanê ku di nav wan de endamên SBK’ê jî hebûn.
Dawiyê koma muzîkê Şararoj ya TEV ÇAND Parîsê, koma Xwîşkên Hezkiriyên Kokan ku ji sê xwîşkên Cizayirê pêk tên stran gotin. Konferans, bi pêşandana tîyatral ku mijara wê êşên Kurdan bûn, bi dawî bû.