Li Parîsê lêgerîna edaletê vê hefteyê jî dom kir

Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî domiya.

Endamên Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê, kulîlk danîn ber Buroya Enformasyon a Kurdistanê ku  yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez lê hatibûn qetilkirin. Li pêşiya avahiyê ji bo hemû şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Di axaftinên li pêşiya buroyê hatin kirin de wiha hate gotin; “Li rexmê ku 5 sal ji ser qetlîamê derbas bûye, edaleta Fransayê ji bo ronîkirina qetlîamê tu gaveke diyar neavêtiye. Heta ku edalet pêk were, wê ev çalakî bidome.”

Li aliyê din jinan ji bo protestokirina qetlîamê bangî meşa di 6’ê Çileya 2018’an de kirin.