Li Parîsê Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan hat îlankirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Les Mûreaûx ê li nêzî Parîsê dijîn, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ragihandin. Di civîna ragihandina komunê de mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
ANF
PARÎS
duşem, 1 reşemiyê 2016, 07:20
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Les Mûreaûx ê li nêzî Parîsê dijîn, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ragihandin. Di civîna ragihandina komunê de mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Hevseroka Meclîsa Gel Elîf Yolcû li ser navê Komuna Jinê axivî û diyar kir, di demeke berxwedana xwerêveberiyê tê meşandin û berdêlên gelekî mezin tên dayîn de îlana meclîs û komuna jinan gelekî watedar e. Yolcû da zanîn, ku sedema bingehîn a êrîşên faşîzan ên li Kurdistanê tên kirin, dijderktina li daxwaza gelê Kurd a xwerêvebirinê ye û destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê zîhniyeta mêtîngeriyê ji hev xistiye.
Piştre li ser navê tevgera jinê Berfîn Zagros mafê axaftinê wergirt û da xuyakirin, ku asta rêxistinbûyîna jinê di heman demê de asta azadbûnê nîşan dide, lewma rêxistinbûyîn gelekî girîng e. Zagros ragihand, ku divê jinek bi tenê jî li derveyî rêxistinbûyînê nemîne.
Civîn dûre bi nîqaşên li ser wate û fonksiyona komuna jinê, her wiha rola komîsyonan, dewam kir. Di dawiya nîqaşan de komîsyonên rêxistinî, bawerî, dîplomasî, maf û edaletê hatin avakirin. Ji bo berdevkiyê Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan Serpîl Aslan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina armancên dema pêş, civîna ragihandinê bi silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bi dawî bû.