BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hate xwestin

Li Parîsê wek her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin, SKB’ê û Tamîliyan jî piştgirî kirin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe,wek her Çarşemê îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê ya li Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Ewropayê çalakiya “edaletê” hate lidarxistin.

Çalakî di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî ,Tamîlî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî beşdar bûn. Di çalakiya edaletê de têkildarî qetlîamê axaftin hatin kirin, belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Qatil Tirkiye, Hevkar Ewropa”, “Em Edaletê Dixwazin”, “Em Hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Di çalakiyê de ku nêzî 40 deqeyan dom kir, jinên Kurd ji meqamên Fransayê daxwaz kirin ku hêzên pişt qetlîamê eşkere bikin.

 

...