Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê
Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza faîlên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Berdevka KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin diyar bikin, çalakiya li dar xistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 16 sermawezê 2016, 17:52
Li ser banga Tevgera Jinan a Kurdê Ewropa weke her roja Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakiya ku di saet 14.00 an de despê kir, ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê û bi piştgiriya SKB’yê heta Buroya Enformasyona Kurdistanê meşiyan.
Li pêşiya Buroya Enformasiyon a Kurdîstanê ji bo şehîdên Kurdîstanê deqeyek rêz hate girtin.
Jinan ji dewleta Fransayê daxwaza edaletê dubare kirin û çalakiya xwe bi dirûşmên “Em hemû Cansiz, Dogan û Şaylemez in” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî kirin.