Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 4 gulanê 2016, 16:58
Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa wek her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakiya vê hefteyê di pêşengiya Dergaha Pîr Sûltan Abdal a li Parîsê ku di bin sêwana Federasyona Elewiyên Demokratîk a li Ewropa tevdigere de hate lidarxistin. Di çalakiya saet 15.00’an li ber parlamentoya Fransî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir de SKB û Tamîlî jî amade bûn. Di çalakiya edaletê de yên di Qirkirina Dersîmê ya 1937-38’an de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Ji rêveberên Dergaha Pîr Sûltan Abdal a li Parîsê Meryem Deprem got di navbera zîhniyeta 1937’an de qetlîama Dersîmê pêk aniye û ya îro de gelek ferq nîne, wiha dewam kir: “Ji wê roja heta îro em bi awayekî sîstematîk bi rêzeqetlîaman re rû bi rû ne. Her sê hevalên me yên li Parîsê hatin qetilkirin jî wek parçeyek ji vê rêzêqetlîaman hatin qetilkirin. Heta em destên tarî yên li pey van qetlîaman derxin, em ê her hefte li vir daxwaza xwe ya edaletê nû bikin.”
Di çalakiyê de têkîldarî qetlîamê belavok hatin belavkirin, dirûşmeyên “Qatil Tirkiye”, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” hatin berzkirin. Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya ji bo gundê Terolar a navçeya Bazarcix a Gurgumê bi dawî bû. Çalakiya ji bo gundê Terolar a bi armanca protestokirina kampa AFAD’ê wê 8’ê Gulanê saet 13.00’an li ber Gare de l'Est bi meşê destpê bike.