Li Parîsê ji bo 3 jinên şoreşger çalakiya edaletê

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger ku sala 2013’an hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, li ser banga Tevgera Jinên Kurd  a Ewropa weke her Çarşemê îro jî li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 14:00’an de li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li 147 Rue La Fayette kom bûn li pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistanê  kulîlk danîn û rêz girtin.

 Piştî li pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistanê ji bo her 3 jinên şoreşger deqeyek rêz hate girtin û şûn de axaftin hatin kirin û ji edaleta Fransayê hat xwestin ku rastiyan ronî bike.

...