Li Parîsê ji bo 3 jinan lêgerîna edaletê didome

Li Parîsê lêgerîna dealetê ya ji bo yek ji damezêrnera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez dewam dike.

Li paytext Parîs a Fransayê çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezêrnera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin weke her 15 roj vê hefetyê jî dewam kir.

Çalakiya edaletê ya di pêşegtiya Tevgera Jinên Kurd de pêk hat, li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê di saet 14:00’an de bi dirûşma “Kujer Erdogan” starta wê hate dayîn.

‘KUJER ERDOGAN!’

Jinan bi flamayên wêneyên her sê jinên Kurd li ser ber bi Buroya Enformasyona Kurdistanê ve ketin meşê. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Em edalet dixwazin” û “Kujer Erdogan” qîr kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên şoreşê ya li pêşiya avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hate girtin û şûnde, carekî din daxwaza edaletê duber kirin, diyar kirin ku heta edalet pê were wê çalakiyên wan bidomin.