Li Parîsê Festîvala Rojbînê hat lidarxistin

Li Parîsê ‘Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn’ hate lidarxistin.

Îro li Parîsê  ‘Festîvala Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a 4’emîn’ bi coşeke mezin hate kirin.

Festîval bi şîara ‘Li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civaka azad e’ li qada Parc Interdepartemental a herêma Val De Marne ya Parîsê hate lidarxistin.

Festîvala îsal diyarî Endama Konseya Rêvebir a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) hate kirin a ku di Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa hewayî de şehîd bûbû.

Senatorê Val de Marneyê Laûrence Cohen diyar kir ku ew her dem bi Kurdan re ne û diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.

Di festîvalê de belavoka KJK'ê hate xwendin û çalakiyên li dijî pergala baviksalar û qirkirina jinan a li Rojhilata Navîn û çalakiyên li dijî pergala Tirkan a dagirker û mêtinger cih girt.

Di çalakiyê de standa agahdarkirinê ya derbarê têkoşînê jinên Kurd û ji bo zarokan qada lîstikê hate vekirin.

Di festîvalê de Yelda Ebbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Koma Govendê ya Tamîlan û Kevana Zêrin derketin ser dikê.