Li Parîsê Fermandara YPJ’ê axivî: Li Rojava sîstema xwerêveberiyê bi ser ket
Li Parîsê bi beşdarbûna Fermandar YPJ’ê Nesîr Abdullah panela ku pêşketinên li Rojava hat nirxandin hat lidarxistin.
Li Parîsê bi beşdarbûna Fermandar YPJ’ê Nesîr Abdullah panela ku pêşketinên li Rojava hat nirxandin hat lidarxistin.
Li Parîsê bi beşdarbûna Fermandar YPJ’ê Nesîr Abdullah panela ku pêşketinên li Rojava hat nirxandin hat lidarxistin.
Panela ku welatiyên Fransî û Kurd beşdar bûn, li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê pêk hat. Panel bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurd hat destpêkirin, avakirina sîstema Kantonan û xwerêveberiya li Rojava hat nirxandin.
Nesrîn Abdullah got rolek mezin a berxwedana jinên Kurd di Rojava de heye û wiha anî ziman: “Berxwedana bêhempa ya ku me li hember dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê dayî meşandin, ji aliyê tevahî raya giştî ya cîhanê ve hat dîtin. Sîstema xwerêveberiya li Rojava di wateya demokratîkbûna gelan de bi awayek bê pirsgirêk bi hev re dijîn ev model di tevahî Rojhilat Navîn de jî dikare pêk were.
Abdullah bal kişand ser zoriyên niha li Rojava tên jiyîn, got her sê kanton pir bi hêz in, di xala bicihanîna pêdiviyan de nebesî jî tên jiyîn.
Abdullah bal kişand ser berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê tê jiyîn û wiha axivî: “ Li kû derê dilê Kurdekê bêşe, li çar parçeyan dilê Kurdan dêşe, yekgirtina hest û fikrîna Kurdan heye. Li gel wan ti wateya sînorên xetdayî nîne. Îro êşa gelê Bakur ji dil hîs dikin. Em ji bo xaka gelê xwe şer dikin, ji bo birûmet bijîn têkoşînê didin û em ê berxwedanê jî bidomînin. Em ne dijminên ti gelan in. Em li gel jiyana hevpar in, lê ji ber vê bi nasnameya xwe , bi rastiya xwe û bi rengên xwe pejirandin û niha jî weke YPG û YPJ di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digirin. Weke Kurdên li vir têkoşîn dikin li cihê weke Cizîr, Efrîn û Kobanê ku xwerêveberî lê heye, paradigmaya sîstema xwerêveberiya demokratîk a kantonan bipejirînin û ji bo avakirina Sûriyeyek Demokratîk û azad têkoşînê didin meşandin.
Abdullah balkişad ku di yekgirtina hêzên Sûriyeyê de hemû gelan cih girtin û wiha anî ziman: “ Yê ku Sûriyeyê temsîl dike hêz e. Beşdarnebûna me ya Cenevre-3 tenê yek wateya wê heye, naxwazin çeteyên DAÎŞ’ê tine bibin, naxwazin Sûriye demokratîk bibe. Ez li vir dixwazim vê jî bêjim: Demboriyeke berxwedanê ya bi wate ya gelên Fransa heye, ji nirxên mirovatiyê re rêzdar in. Niha pirsek ya min ji we heye: Dewleta Fransa, rêveberiya gelên Fransî, li hember Kurdan hêza ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, ji bo parastina nirxên xwe yên aborî û siyasî, yên ku dijminahiyê dikin, heta hêzên ku alîkariyê didin DAÎŞ’ê jî tên zanîn, li gel wan cih girtin, hûn ê çawa bidin diyarkirin? Hûn ê çawa ji bo malbatên kesên li Parîsê hatin qetilkirin rewa bibînin.”
Nesrîn Abdullah ragihand ku gelê Kurd di vê berxwedanê de gelek berdêlên giran da, 3 hezar şehîd û 4 hezar birîndar da. Li ser pirsa bi awayê “Niha hêzên koalîsyonê piştgiriyê dide we” wiha bersiv da: “Erê piştgirî dan me. Ji esmana ve pişgtirî da têkoşîna me, erê rast e, di nava salekê de gelek sûd da me, lê ev piştgirî ne tenê da me, ji bo xwe jî kirin, ji ber ku DAÎŞ ne tehdîdek ji bo Kurdên Rojava tenê bû, ji bo hemû cihanê bi xeter bû. Êrîşa li Fransayê mînaka vê ye.”
Abdullah bi bîr xist ku gelê Kurd bi taybet jî jinên Kurd berdêlên pir giran da, di vê têkoşîn de hêza jinan ya kêşanê ye. Got, Bi biryardarî têkoşîna xwe dimeşînin û wê berdewam jî bikin. Abdullah wiha axivî: “ Yên ku îradeya me nasnekin bila nemînin li bendê ku em biryarên wan bipejirînin. Em ê bi paralelî şoreşê sîstema xwe ava bikin û gelên din ên li Sûriye dijîn xwerêveberiyê ji me mînak bigirin û îlan bikin, meclisên xwe ava dikin. Carek din jî tê dîtin ku sîstema me û têkoşîn me li hember hişmendiya yekperest a netew-dewlet, alternatîfa bi hev re jiyanê ye.” Abdullah diyar kir ku gelên li Rojava bi ser ketin û Bakurê Kurdistanê jî wê bi xwerêveberiyê bi ser kevin.
Panel bi bersivdayîna Fermandara YPJ Nesrîna Abdullah a pirsên rojnamevanên Fransî bi dawî bû.