Li Parîsê çalakiya 'heqîqet û edalet'

Kurdistaniyên bi daxwaza edalet û ronahiyê ev sê sal in dimeşin, îro jî li Parîsê daketin kolanan.

Kurdistaniyên bi daxwaza edalet û ronahiyê ev sê sal in dimeşin, îro jî li Parîsê daketin kolanan. Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin Kurdistan gotin "heqîqet û edalet" û destnîşan kir ku ji ber berjewendiyên aborî û siyasî Fransa dest nade Tirkiyeyê.

Kurdistanî û jinên endamên SKB'ê yên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê cihê komkujiyê ve, meşiyan.

Çalakgeran li ser rêya xwe çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan lidar xistin û li ber Buroyê jî ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girtin. Hatûn Boztosûn dayika Ozcan Boztosûn ê di 3'ê Hezîrana 2014'an de li Ûrmiyeyê jiyana xwe ji dest da, di nava çalakgeran de bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hatûn Boztosûn mafê axaftinê wergirt.

Boztosûn da xuyakirin ku dilsoziya bi cangoriyan re bi hilgirtina têkoşîna wan a têkoşînê dibe û bi vî rengî behsa bîranîneke xwe bi kurê xwe re kir: "Hevserê min di komkujiya Mereşê de seqet bûbû. Ozcan dema zarok bû pirsî ku çi bi destê bavê wî hatiye. Min jî jê re gotibû; faşîstan werê kiriye. Wî jî gotibû dema ez mezin bûm ez ê tola bavê xwe hilînim. Roj hat, di rêya azadiyê de şehîd ket."

Çalakger piştî axaftinan, bi banga beşdariya li çalakiya hefteya pêş, belav bûn.