Li Parîsê Çalakiya Edaletê hate lidarxistin

Bi daxwaza berbirsên yek jî damezrêneran PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatine qetilkirin diyar bikin, çalakiya edeletê hate lidarxistin.

Bi daxwaza berbirsên yek jî damezrêneran PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatine qetilkirin diyar bikin, li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa çalakiya edeletê hate lidarxistin.

Jinan di saet 14.00’an de li pêşiya lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kombûn û heta Buroya Enformasyona Kurdîstan a ku li Gare Nordê meşiyan.

Di dema meşe de belavok hatin belavkirin, dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Kujer Erdogan hevkar Ewropa” hatin berzkirin.

Jinan li ber avahiya Buroya Enformasyona Kurdîstanê ji bo 3 Jinên Şoresger deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de hatgotin ku “Heta Firansa destên reş ên li piştî vê qetlîamê derxîne holê em ê her hefte li çalakiya edaletê bidomînin.”