Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin diyar bibe, li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 27 tîrmehê 2016, 16:23
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakî di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî ,Tamîlî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî beşdar bûn.
Çalakvanan ji meqamên Fransayê daxwaz kirin ku hêzên pişt qetlîamê eşkere bikin, belavok hatin belavkirin.
Çalakiya Edaletê bi dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.