Li Parîsê ‘Çalakiya Edaletê’ hate lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Fransa Parîsê dijîn, bi daxwaza failên qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’ê de pêk hatî diyar bibe, çalakiya edaletê li dar xistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro “Çalakiya Edaletê” hate lidarxistin.

Di çalakiya ku di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de hate lidarxistin, SKB’ê jî piştgirî kir.

Çalakiya edaletê li pêşiya Parlamentoya Fransayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî û dostên wan daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin. Li hember rûniştina têkildarî qetilkirina her sê jinên Kurd ên şoreşger ku di meha Kanûnê de wê pêk bihatiba, bêyî ku hincetekê nîşan bidin taloq kirin, bertek hatin nîşandan.

Çalakiya Edaletê  bi dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” bi dawî bû.