Çalakiya “edalet û ronîkirinê” ya her hefte ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin tê lidarxistin vê hefteyê jî dewam kir.
13’ê Mijdarê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Parîsê ku li welêt rewşa awarte hat îlankirin xwepêşandanên giştî û aktîvîte hatibûn qedexekirin. Ji ber van qedexeyan çalakiya edaletê ya vê hefteyê jî bi girseyî pêk nehat.
Çalakiya edaletê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd û SKB’ê de hat lidarxistin. Komek jin ku hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê kulîlk danî û deqeyek rêz girt. Di çalakiyê de wiha hat gotin: “Heta dewleta Fransa hêzên li pişt komkujiyê aşkera neke em ê her hefte li vir bin.”