Li Parîsê çalakiya Edaletê

Li paytext Parîs a Fransayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endam Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez diyar bikin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa weke her Çarşemê îro jî li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 15:00’an de li pêşiya Navenda Civak Kurd a Demokratîk kom bûn heta pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistanê meşiyan û daxwaza edaletê dubare kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî”, “Bimire Faşîzma Tirk”, “Qatil Erdogan hatin berzkirin, belavok hatin belavkirin.

 Piştî li pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistanê ji bo her 3 jinên şoreşger deqeyek rêz hate girtin û şûn de axaftin hatin kirin û ji edaleta Fransayê hat xwestin ku rastiyan ronî bike.