Li Parîsê çalakiya edaletê

Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakî di saet 15:00’an de li pêşiya Parlementoya Fransa bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî ,Tamîlî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî beşdar bûn. Jinên Kurd û dostên wan daxwaza edaletê ya têkildarî qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger dûbare kirin, daxwaz ji edaleta Fransa kirk u rastiyan kifşbikin.

Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” bi dawî bû.

...