BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya edaletê

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin diyar bibe, li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a li Parîsê de çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakî di saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî ,Tamîlî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî beşdar bûn.

Çalakvanan ji meqamên Fransayê daxwaz kirin ku hêzên pişt qetlîamê eşkere bikin, belavok hatin belavkirin.

Di çalakiya edaletê de têkildarî qetlîamê axaftin hatin kirin, broşur hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” bi dawî bû.

 

...