BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya edaletê

Li paytexta Fransayê, li Parîsê bi armanca ku kujerên komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an werin eşkerekirin çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li paytexta Fransayê, Parîsê bi mebesta ku kujerên yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerê KNK’ê yê Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez derkeve holê, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê weke her Çarşemê vê carê jî çalakiya ‘’edalet’’ê hate lidarxistin.

Di çalakiya edaletê vê hefteyê de ku bi pêşengtiya Konseya Kurdên Demokratîk a Fransayê (CDK-F) pêk hatî, bêyî taloqkirina rûniştina têkildarî qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd were vegotin, taloqkirina rûniştinê ya li wextekî nediyar, bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Çalakiya ku navendên Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk a li Parîsê û derdorên wê, FEDA, CÎK jî tevlî bûyî saet 14:30’an bi tevlîbûna bi sedan kesî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê  destpê kir. Di tevahiya meşê de flamayên ku wêneyên sê jinên Kurd li ser bûn  û dowîzên ‘’dada derengmayî ne dad  e’’ hatin hilgirtin û têkildarî komkujiyê belavok hatin belavkirin.

Girse li 147 Ruse la Fayatte ya li ber Buroya Enfermosyana Kurdistanê ji hêla endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ve bi pankarta ‘’Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo Sakîne, Fîdan, Leyla edalet’’ hate pêşwazîkirin.

Piştî rêzgirtinê, hate gotin, ‘’Em bi fikar in ku edaleta Fransayê, ev doz bibe gorî ji berjwendiyên welatan re. Dixwazin vê dozê di nav demê de bi Kurdan bidin jibîrkirin. Lê em heya ku ronkahiyekê bînin ser vê dozê em ê her hefte li vê derê edaletê bixwazin.

 ‘STARTA KAMPANYAYA JI BO PIRSÛSÊ EDALET, JI BO HER KESÎ EDALET HATE DAYIN’

Di çalakiya vê hefteyê ya edaletê de starta kampanyaya ‘’Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet’’ ku ji hêla ACTÎT Û SKB’yê ve di salvegera komkujiya Pirsûsê de hatibû destpêkirin li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê hate dayin.

Endama SKB’ê Esra Demîr li vir daxuyaniyek da û wiha got, ‘’Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hişmendiya DAÎŞ-AKP’ê starta rêze-komkujiyan li Pirsûsê da. Di vê demê de ku em dikevine salvegera pêşîn a komkujiyê ku me 32 canê xwe dabûn, li ber buroya ku 9’ê Çile ya 2013’an sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla lê hatibûn qetilkirin, çalakiyên ku bi silogana ‘’Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet’’ didine destpêkirin. Em ê lêgerîna xwe ya edaletê û wekhevî û azadiyê bidomînin.’’

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...