Li Parîsê çalakiya edaletê

Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, îro jî çalakiya ‘edaletê’ hate lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakiya ku her roja Çarşemê ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, tê lidarxistin, vê hefteyê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li Parîsê li ber Parlamentoya Fransayê pêk hat.

Çalakiya li pêşiya Parlamentoya Fransayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, ji bo qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

Çalakiya ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de hate lidarxistin, SKB û Tamîliyan jî piştgirî kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne”, “Em Edaletê Dixwazin” hatin berzkirin. Çalakiya edaletê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.