Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Çalakiya ku her roja Çarşemê ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, tê lidarxistin, vê hefteyê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê de li ber Parlamentoya Fransayê pêk hat.
Di çalakiya saet 15.00’an li ber parlamentoya Fransî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir de tevî pirsgirêka veguhestinê ya ji ber grevê jî Kurdistanî û Tamîlî amade bûn.
Di çalakiyê de têkîldarî qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd belavok hatin belavkirin, domahiya çalakiyê dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatil Tirkiye” hatin berzkirin. Çalakiya edaletê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.