Li Parîsê çalakiya edaletê

Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa wek her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakiya “Edalet û Heqîqetê” ya vê hefteyê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) de pêk hat.

Di çalakiya saet 15.00’an li ber parlamentoya Fransî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir de Tamîlî jî amade bûn.

Di çalakiyê de têkîldarî qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd belavok hatin belavkirin, domahiya çalakiyê dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatil Tirkiye” hatin berzkirin. Çalakiya edaletê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

...