Li Parîsê çalakiya edaletê

Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa wek her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê ya bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa (TJK-E) hate lidarxistin bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) pêk hat. Di çalakiya saet 15.00’an li ber parlamentoya Fransî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir de SKB û Tamîlî jî amade bûn.

Di çalakiyê de têkîldarî qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd belavok hatin belavkirin, domahiya çalakiyê dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatil Tirkiye” hatin berzkirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku heta destên tarî yên pişt qetlîamê bê ronîkirin wê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. Çalakiya edaletê biç epik û dirûşmeyan bi dawî bû.

...