Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa wek her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Piştî 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê her sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin qetilkirin, çalakiya ‘edalet û heqîqetê’ her hefte hate lidarxistin, vê hefteyê jî di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Evry Çîçek Botan pêk hat.
Di çalakiya saet 15.00’an li ber Parlamentoya Fransa bi rêzgirtinê destpê kir de SKB û Tamîliyan jî cihê xwe girtin.
Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşgerên Kurd hatin rakirin, têkîldarî qetlîamê belavok hatin belavkirin û dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne” hatin berzkirin. Çalakî bi dûbarekirina daxwaza edaletê bi çepikan bi dawî bû.