BI DÎMEN

Li Parîsê çalakiya ‘ Edalet û ronîkirinê’

Ji bo berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê pêk hatî diyar bibin, çalakiya “Edalet û ronîkirinê” hat lidarxisitn.

Ji bo berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê pêk hatî diyar bibin, çalakiya “Edalet û ronîkirinê” hat lidarxisitn.

Bi daxwaza qatilên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez weke her Çarşemê îro jî çalakiya “Edalet û ronîkirinê” hat lidarxistin.

Çalakiya ku di pêşengtiya TJK-E ya li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê hat lidarxistin SKB’ê û Tamîlliyan jî pişgirî kirin. Çalakî saet 15:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bal kişandin ser qetlîama ku li navenda Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve pêk hatiye û divê bê eşkerekirin.

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku heta qetlîam ronî nebe ew ê li qadan bin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne ne, Fîdan in, Leyla ne”, “ Qatil Tirkiye” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrkirin.