Li Parîsê çalakiya ‘Edalet û Ronîkirinê’
Çalakiya “Edalet û Ronîkirinê” ya bi daxwaza bepirsyarên qetlîama li Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an bê diyarkirin, berdewam dike.

Çalakiya “Edalet û Ronîkirinê” ya ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, bi daxwaza berpisyerê qetlîamê derkevin holê, berdewam dike.
Çalakiya “Edalet û Ronîkirinê” ya li Parîsê, vê hefteyê di pêşengtiya YXK’ê de pêk hat.
Di çalakiya ku li pêşiya avahiya parlementoya Fransayê hat lidarxistin de wiha hat gotin:” Divê hikûmeta Fransa hêzên ku li pişt qetlîama li Parîsê eşkere bike û li hember qetlîamên ku niha li Bakurê Kurdistanê tê kirin, li ser berjewendiyên xwe yên bazirganiyê bi heman hişmediyê re tevnegere, êdî ev nayê pejirandin.”
Çalakiya ku li pêşiya avahiya palementoyê ku wêneyên her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin, nêzî saetekê berdewam kir û bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.