Li Parîsê çalakiya ‘edalet û ronahiyê’

Li Parîsê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome. Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst di bin barana dijwar de gotin, “edalet û ronahî.”

Kurdistanî weke her hefteyê saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn. Girseya di bin baranê de bi dirûşman dest bi meşê kir, flamayên ku wêneyên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn hilgirtin.

Girseya heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan meşiya, li vir di şexsê 3 şehîdan de ji bo tevayî şehîdan rêzgirtin pêk anîn.

Di axaftinên li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ên 6’ê Gulanê hatin darvekirin hatin bîranîn, Di axaftinên kurt ên çalakiyê de wiha hat gotin, “Kurdistanî her hefte di her çalakiyê de lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Edalet bêdeng e. Desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bêdeng dimîne û di mijara hêzên li pişt vê komkujiyê derkevin ti pêşketin çênabe. Bêdeng in. Di sala sêyemîn de bêdeng in. Em hewl didin bi çalakiyên xwe vê bedengiyê bişkînin û em careke din bang dikin; ji bo pêkanîna edaletê hêzên li pişt komkujiyê derxin holê.”

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

...