Li Parîsê bo 3 jinên şoreşger bernameya bîranînê
Li Parîsê bo 3 jinên şoreşger bernameya bîranînê
Li Parîsê bo 3 jinên şoreşger bernameya bîranînê
Ji bo 3 siyasetmedarên jin yên li Parîsê hatin qetilkirin, li Parîsê bernameyek bibîranîn pêk hat.
Êvara 22’ê Sibatê li salona ku komkujî lê pêk hat Espace Venus bernameya bîranînê pêk hat. Koma ‘Civaka Azad a Parîs’ bername amade kir û xizmên her sê jinên şoreşger yên hatin qetilkirin cih girtin.
Birayê Sakîne Cansiz, Haydar û Metîn Cansiz, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan û bavê Leyla Şaylemez, Abdulbarî Şaylemez û apê wê Abdullah Şaylemez amade bûn.
Tevlibûneke mezin çêbû û di bîranînê de helbestên ji bo wan hatibûn amadekirin hatin xwendin.
Pîr Riza Yagmur, li gorî kevneşopiya Elewiyan ji bo 40 cemî dua xwendin û Mele Şewket jî li gorî baweriya olî dua xwendin.
SOSYALÎST LI ÎKTÎDARÊ NE, SOSYALÎSTAN QETIL DIKIN
Sînevîyoneke ji jiyan her sê şoreşgeran a 20 deqeyan hat nîşandan. Piştre malbat derketin ser dîkê. Hasan Dogan derket ser dîkê û got: “Merhaba bazên Apo. Sê şitil ketin erdê. Hikûmeta Fransayê qaşo sosyalîst e. Demekê tê bîra min Rojbînê digot em derî bi derî digerin ji sosyalîstan re dengan dixwazin. Niha ez dibînim ku ev şaş bû. niha sosyalîst îktîdarin û sosyalîstan qetil dikin.”
Metîn Cansiz jî wiha got: “Dostên min, Kurdistanî ez niha tiştekî dibînim. Ez niha di çavên we de dibînim ku em heman hestan parve dikin. Wan pir ji we hez kir. hun jî hezkirina xwe ya bo wan bidomînin.
bavê Şaylemez Abdulbarî Şaylemez jî wiha got: “Dema mirov xwe da ser tiştekî divê mirov ji dil wî karî bike. Ji ber vê navê Leyla Ronahî bû. dema navê mirovan Ronahî be, bedel tune be nabe. Ronahî bû ronahiya rast.
GER WIJDAN HEBE DÊ EV KOMKUJÎ BÊ RONÎ KIRIN
Li ser navê her sê jinan axaftinek hat kirin. di axaftinê de hate diyarkirin ku gelê kurd edeletê dixwaze, gelê kurd li bende ronîkirina komkujiyê ye. axaftinê wiha berdewam kir: “Ji bo vê jî çi ji destê wan tê dikin. Heta komujî ronî nebe dê çalakiyên kurdan bidomin.”
Piştre balkişandin ser têkoşîna her sê jinên şoreşger yên kurd û hate gotin ku ger bi we re wijdan û ahlaq hebe dê ev cînayet bê ronîkirin.
Her wiha ji bo çalakiyê her roja çarşemê pêk tên jî bang hat kirin.