Li Oslo û Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê
Li paytexta Norwêc Oslo û li bajarê Elmanya Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin.
Li paytexta Norwêc Oslo û li bajarê Elmanya Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin.
Li paytexta Norwêc Oslo û li bajarê Elmanya Stûttgartê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin.
OSLO
Jinên Kurd li paytexta Norwêc Osloyê, 8'ê Adarê bi çalakiyekê pîroz kirin. Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê pêk hat. Hevseroka navendê Ayser Yuce di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û kesayeta têkoşer a jinan destnîşan kir. Yuce diyar kir, ev têkoşîn îro ji aliyê jinên Kurd ve tê meşandin û got, "Me ev têkoşîn ji Sakîneya li zîndana Amedê li ber xwe da, ji Arîn Mîrkan a bedena xwe li dijî DAIŞ'ê teqand û bû sembola Kobanê, dewr girt. Îro li gelek navendan ev têkoşîn tê meşandin."
'DIVÊ JIN TÊKOŞIN'
Ayser Yuce berdêla azadiyê bibîr xist û got, "Em ancax bi xwe azadiya xwe bi dest bixin. Bi hiştina ji mê re azadî bi dest nakeve. Lewma divê têkoşîn bê meşandin. Îro partiya me, artêşa me û saziyên me yên jinan hene. Ev bi hêsanî ava nebûn. Di vê oxirê de berdêlên mezin hatin dayîn. Ji bo xwedîderketina li van destketiyan pêwîste li her qadê li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn bê meşandin."
STÛTTGART
Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî jinan bi wesîleya 8'ê Adarê meşeke hevpar lidar xistin.
Meş ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd a Stûttgartê, Însiyatîfa Dostaniya Gelên Elman-Îran, Tevgera Jinên Demokratîk, Yenî Kadin, komeleya jinê Coûrage pêk hat û bi qasî 300 kes tevlî bûn.
Meşê ji Lautenschlagerstrasee destpê kir û li Schlossplatzê veguherî mîtîngê.
Bernamzeta Die Linke ya hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê Gokay Akbûlût li vir peyivî, bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê li hemberî jinan tên kirin û destnîşan kir, Partiya Çep li hemberî van komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin e.
Di mîtîngê de mesaja Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hat xwendin û li dijî koledarî, biçûkxistin, talankerî, şîdet, destavêtin û destdirêjiya li hemberî jinê banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Berdevka jinên Îranî jî sîstema Rûhanî rexne kir û got, "Li Îranê ji 10 mîlyon jinan bi tenê 4 mîlyon dikarin bixebitin. Ji ber ku li gelek cihan kar li jinan qedexe ye."
Nûnera Tevgera Jinan a Demokratîk jî got, "Li ser bedena me ya hatiye tazîkirin, em têkoşîna xwe mezin bikin. Jin jiyan û azadî ye."