Li Munchenê ji bo sê jinên şoreşger çalakiya edaletê hat lidarxistin

Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger, ku li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna li edaletê dewam dike. Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxwaza edaletê hat kirin.

Kurdistaniyên li ber Konsolosxaneya Fransayê civiyan, ji hikûmeta Fransayê xwestin, ku kiryarên rastî ji raya giştî re aşkera bike.

Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd-SARA a Munchenê û Ciwanên Azad Munchenê ve hat organîzekirin û peyama, "Heta cînayet bê ronîkirin wê çalakiyên me dewam bikin" hat dayîn.

BANGA JI BO FARQÎNÊ

Di çalakiyê de komkujiya AKP li Farqînê dike hat şermezarkirin û banga piştgirîdayîna gelê Farqînê hat kirin. Çalakgeran ji bo çalakiya li Stachûs Karlpatlz, pêşberî Kaûfhofê saet di 17:00 de banga beşdariyê kirin.