Li Munchenê çalakiya edaletê

Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya Parîsê, mîna her Çarşemê duh jî li Munchenê çalakiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin.

Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya Parîsê, mîna her Çarşemê duh jî li Munchenê çalakiya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de, posterên ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, hatin hildan. 

Belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê nîşan dide ku tevlî sûc bûye û hat destnîşankirin ku ev yek nayê fêmkirin.