Li Munchen û Strasboûrgê çalakiyên edaletê
Ji bo şoreşgerên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Ji bo şoreşgerên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
Ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.
MUNCHEN
Di çalakiya "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" ya li ber Konsolosa Fransayê de, wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin.
Di axaftinên li çalakiya ku YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn de hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya hevpariya wê ya di sûc de. Hat ragihandin ku ev rewş nayê fêmkirin û komkujî careke din hat lanetkirin. Her wiha êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gundê Elewiyan û qedexeya li ser PKK'ê hat protestokirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya "edalet û ronahiyê" hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) li ber Walîtiya Strasboûrgê pêk hat.
Di çalakiyê de pankartên ji nivîsa "bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat hilgirtin. Di belavoka li çalakiyê hat xwendin de hat gotin, "Kurd dixwazin ev cînayet tavilê were ronîkirin û hêzên li pişt wê bên aşkerakirin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Em hemû Sakîne ne", "Em hemû Fîdan in", "Em hemû Leyla ne", "Em hemû PKK'yî ne" bi dawî bû.