Li Munchen û Dusseldorfê çalakiyên ji bo edaletê

Li bajarên Elmanya Munchen û Dusseldorfê, ji bo bicihhatina edaletê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Munchen û Dusseldorfê, ji bo bicihhatina edaletê çalakî hatin lidarxistin.

Mîna her Çarşemê duh jî çalakiyek hat lidarxistin û ji bo şoreşgerên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, daxwaza bicihhatina edaletê hat kirin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku kiryarên rastî yên komkujiyê ji raya giştî re eşkere bike û derxîne pêşberî dadgeriyê.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd li Munchenê, Ciwanên Azad û YXK Munchenê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de hat gotin, "Cansiz, Dogan û Şaylemez soza me ne, heta ku cînayet bê eşkerekirin, wê çalakiyên me bidomin."

Di çalakiyê de ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin, belavk hat xwendin û belavkirin.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê jî ji bo bicihhatina 'edaletê' çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de endamên Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Grevenbrûchê amade bûn. Çalakiyê saet di 11:00 de li ber Konsolosxaneya Fransayê destpê kir. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Fransî û Kurdî dirûşmên "Em ê ji bîr nekin, em ê nedin ji bîr kirin", "Erdogan ê faşîst, Fransa ya hevkar", "Jin jiyan azadî", "Sara, Rojbîn û Ronahî" hatin qîrîn.

...