Li Mulhoûse panela 25'ê Mijdarê
Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê panelek hate lidarxistin.
Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê panelek hate lidarxistin.
Panel ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin û bi dehan jin tevlî bûn.
Di panelê de bal hat kişandin ser têkoşîna jinê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a li dijî şîdeta li jinê tê kirin.
Di panelê de mînakên têkoşîna jinê li gelemperiya cîhanê hatin nirxandin hat gotin, têkoşîna jinên Kurd di salên dawî de gihîştiye wê astê ku ji aliyê hemû tevgerên azadiyê yên jinê ve mînak bê dîtin.
Panel bi rengê pirs-bersivê dewam kir. Di panelê de tevî tedbîrên li dijî şîdeta li nava malbatê, her wiha analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser têkiliyên navbera jinê û malbatê hatin nirxandin.