Li Moskowa pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li Moskowa pîrozbahiya 8’ê Adarê

Jinên Kurd yê li paytextê Rûsyayê Moskowa jiyan dikin, bi boneya pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şeva di demjimêr 18:30 de li Mala Kurda di şahiyekê de hatin cem hev.

jinên Kurd yê li paytextê federesyona Rûsyayê Moskowa jiyan dikin, ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  şeva din li mala Kurda di şahiyekê de hatin cem hev. Şahiya ku ji aliyê Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê ve hatbû organizekirin, bi deqîqeyeke ji bo kesên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyan xwe ji dest dane rêz girtin û şevê dest pêkir. Pîştî rêz girtinê sînevîzyona ku li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê bi baldariyek mezin hat temaşekirin. Pîştî sînevîzyonê seroka Organîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê Tera Qadir li ser girîngî û wateya rojê axaftinek kir û got: “Em vê rojê diyarî hersê jinên Kurd yên li paytexta Fransa Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin dikin.”

Tera Qadir axaftina xwe wiha berdewam kir, “Bi hezaran sale mafê jina bi her awayî tê binpêkirin. Di rojek wiha bi wate de jin bi maf û azadiya xwe dihese. Lê mixabin ev yek nayê wateya ku jin azade. Ji bo jin azad bibe pêwîste ji wan qeyd û bendê xwe yê koletiye xwe rizgar bike. Ev yek jî ne hêsane ji bo vê tekoşînek mezin divê. Îro jinên Kurd li serê çiyayê Kurdistanê vê tekoşînê didin meşandin û hemû jinên Kurd zane kirin û pêşxistin. Ji ber vê yekê îro jinên Kurd dibin hedefa sîstema zordest. Hevalên me yê li Parîsê hatin qetilkirin ji bo azadiya jinê pir tekoşîn dan meşandin. Em wan û Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji ber ku xebatek bêhempa ji bo azadiya jinê dane maşandin di rojek wisa gîring de silav dikin û rêzê xwe ji wan re pêşkêş dikin.”

piştî axaftina Tera Qadir ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê di derbarê tekoşîna azadiya jinê de hatibûn amadekirin ji hêla endama organîsazyona jinan Sema Agirî ve hat xwendin. Piştî xendinê Serokê Yekîtiya Federesyona Momelên Kurd yê Navnetewî Mihrabî Şamoyev û Serokê Komeleya Çanda Mezepotamya Refîqê Kamil jî peyamê xwe xwendin. Her wiha Refîqê Kamil li hemû jina gul belav kir û roja wan pîroz kir.

Pîştî peyama helbesta li ser komkujiya Parîsê ji hêla rojnamevan Kurdistan Lazgiyev ve hat xwendin di xwendina helbestê de xemgîniya jina ji çava nerevî. Şahî bi sitranên hunermend Berfin Mamedova ve berdewam kir. Şahî bi sitran û govendê heya derengê şev berdewakir.