Li Montrealê konferansa "Dîroka Kurdistanê û jinên Kurd"

Li Montrealê, li ser dîroka Kurdistanê û rola jinên Kurd konferansek hat lidarxistin. Di konferansê Sakîne Cansiz û serketinên YPJ'ê hatin nirxandin.

Li bajarê Montreal ê Kanadayê, Komîsyona Jinên Kurd a Montrealê bi serenavê "Dîroka Kurdistanê û rola jinên Kurd" konferansek lidar xist.

Di konferansê de gelek saziyên jinan ên weke International Alliance of Women, Women of Diverse Origins amade bûn. Konferansê sê saetan dewam kir.

Bi rêya sînevîzyonê li dîroka Kurd, biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya Ocalan a der heqê jinê de hat temaşkirin.

Di konferansê de serketinên Sakîne Cansiz û dema îşkenceyê ya li Gultan Kişanak hat kirin, hatin nirxandin. Di konferansê de bal hat kişandin ser rol û serketina YPJ'ê.

Piştî nîşandana "Masiyên Reş ên Biçûk" li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk wêne hatin nîşandan.

Ji nûnerên International Alliance of Women Rita Acosta di dawiya konferansê de daxuyaniyek da û banga destekkirina gelê Kurd kir.

...