BI DÎMEN

Li Minbicê jiyan asayî û zindî ye

Şêniyên Minbicê jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin. Tevî agahiyên ne rast yên tên belavkirin û gefê êrîşan jî zindîbûna xwe diparêzin.

Bajarê Helebê yê ku navenda şerê li Sûriyeyê ye, piştî ku ket destê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a bi serkêşiya Tirkiyeyê, di şerê li Sûriyeyê de rûpeleke nû hat vekirin.

Piştî Helebê li Hama û Hûmsê jî tevî ku di navbera HTŞ û hêzên girêdayî hikûmeta Şamê de car caran şer diqewime jî, li qadê rewşa nû ya li Sûriyeyê wek destwerdaneke navnetewî tê nîşandan.
 

DERDÊ DEWLETA TIRK A LI MINBICÊ

Pêşveçûn nû yên li herêmê belavî gelek deverên welêt dibin, dewleta Tirk jî dixwaze ji rewşa heyî sûd werbigire û pêşveçûnên nû di polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan de bîne qonaxekê. Li ser vê bingehê dewleta Tirk û komên wê yên çete ku armanc dikin bajarên nû li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dagir bikin bi hevsengiyên guherîn û veguherînê ber bi Minbicê ve diçin.

ŞERÊ TAYBET DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Kantona Minbicê di sala 2016’an de ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Enqere ji sala 2016'an û vir ve dixwaze Kantona Minbicê dagir bike û li ser vê bingehê tevî komên çete yên di bin kontrola xwe de li dijî bajêr taktîkên şerê taybet xist meriyetê. Dewleta Tirk a ku dixwaze senaryoya Helebê li Minbicê jî dubare bike, bi bikaranîna serdestiya psîkolojîk a ji aliyê komên çete ve hatiye bidestxistin, berê xwe dide bajarên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê. Ev rewşa ku bi serkêşiya medyaya şerê taybet bûye sedema ku li gelek cihan agahiyên qirêj ên mezin belav bibin, bi gotinên bajar hatiye berdan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar vala hiştiye armanc dike ku kantonê vala bike.

LI BAJÊR JIYAN BI AWAYEKÎ ASAYÎ Û ZINDÎ DIDOME

Li ser sînorê Minbic û Cerablûsê medya şerê taybet ku bi rengekî taybet rojane weşanê dike, vê rewşê derxistiye asta herî jor. Lê belê ANF’ê jî di heman demê de rewşa dawî ya li bajêr şopand.

Li Minbicê tê dîtin ku jiyan bi awayekî asayî didome û tevî agahiyên dezenformasyonê yên tên belavkirin û gefên êrîşan jî zindîbûna xwe diparêze. Gelek sazî, ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta rêveberiya sivîl a bajêr li kolan û taxan dixebitin.

LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERSIV TÊN DAYÎN

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva hewldanên êrîşê yên komên çete yên dewleta Tirk ên ji bo dorpêçkirina gundên rojavayê kantonê, dide. Şêniyên Kantonê jî diyar dike ku, ev rewş ev 8 sal in didome, ji aliyekî ve jî jiyana xwe bi rêxistin kirine û li aliyê din jî bi saya jiyana hevpar a ku ava kirine êrîşên dagirkeriyê têk birine.