Li Mexmûrê 8’yemîn konferansa Meclîsa Îştarê

Li Mexmûrê 8’yemîn konferansa Meclîsa Îştarê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 8 emîn Konfiransa Meclisa Îştar a jinên Wargehê bi tevlibûna 350 delegeyan li salona Konfirasê bi dûruşmeyên “Şehît Sara xeta me ya berxwedan û jiyana azade” hat despêkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) 8'emîn Konfiransa Meclisa Îştar a jinên Wargehê bi tevlîbûna 350 delegeyan li salona Konfirasê bi dûruşmeyên “Şehît Sara xeta me ya berxwedan û jiyana azade” hat despêkirin. Axaftina vekirina Konfiransê ji aliyê Endama Kurdinasiyona YJA Fatma Mexmur ve hatkirin. Fatma Mexmurî di axaftina vekirinê de bal kişand qetilkirina Endama pêşeng a PKK’ê Sakine Cansiz û got:

“ Di vê têkoşînê de me gelek bedelên mezin dan û emê hîn bedelên mezintir ji bo têkoşînê bidin. Her wiha di kesayeta Hevala Sara, Rojîn, rojbîn û şehîdên xwe yên dawî yê ji bi bîrtînîn û bejna xwe li hemberî têkoşîna wan di tewînin. Weke rêxistina jin di xeta şehîdan de erkê ku bikeve li ser milê me, emê heya dawiyê bişopînin. Heya ku em vê kêkoşînê bi encam dikin wê biranîna wan şehîdan, bibe bersiva û wê her dem bibe birûbaweriya têkoşîna azadiya jinê a nû. Em pêvajoya ku em têde derbasdibin, pêvajoyekî giringe û dujware. Di vî demî de bi rêvbirina 8’e emin konfiransa Meclisa Îştar wê biryar û pêşveçunên wê bibin bersiv ji bo pêvajoyê. Di têkoşînê de erk û misyona wargehê divê ji her waride cêwaztir heye. Di warê pêşvçûna jinê de jî, jinê rêxistina xwe daye avakirin. Şansekî herî baş yên jinên Wargehê ewe ku demekî dirêj Hevala Sara li gel wan xebat ji bo têkoşîn û pêşveçûna jînê dane meşandin. Ji bo wê ji divê Hevala Sara ji bo me bibe sembola xeta jina azad û berxwedêr. Û têkoşina wê û rêxistina wê li wargehê her weku berê were birêvebirin. Emê bi wê rûhê keda Hevala Sara xwedî derbikevin û bidin şînkirin.”

Endama Kordinasiyona YJA Fatma Mexmurî balkişand li ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û got: “Di zagonên navnetewî de li tu deverên cihanê ji bo girtiyekî tu caran salek û niv tecrit ne hatiye meşandin. Lê ev dewleta Turkiyê dixwazin tecritê li ser Rêbertiya me bidin meşandin da ku gavan bi wê tectîtê bi Rêbertiya me b ime bide avêtin. Lê Serokatî nayê wan listikên wan û heya niha li hemberî dewletê tu tawîz ne dane. Bila her kes bizanibe emê heya dawiyê ji bo azadkirina Rêbertiya xwe dinava têkoşînê dabin. Divê gelê me li her derê li xwe hişyarbe û êdî em dikevin pêvojoyekî nû û giring de. Emê di vê pêvajoyê de bigihin azadiya Rêbertiya xwe.”
Konfiransa Meclisa Îştar berdewamdike.