Li Metzê semînera jinên Kurd a li ser 25'ê Mijdarê
Li bajarê Metz ê herêma Lorraîne ya Fransayê, li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê semînerek hat lidarxistin.
Li bajarê Metz ê herêma Lorraîne ya Fransayê, li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê semînerek hat lidarxistin.
Semîner ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve hat organîzekirin û bi qasî 60 jin tevlî bûn. Di semînerê de şîdeta li dijî jinê û têkoşîna li dijî vê şîdetê hat vegotin. Her wiha rewşa dawî ya siyasî jî hate nirxandin.
Di semînerê de nîqaş li ser têkoşîna jinê ya li cîhanê hat kirin û bal hat kişandin ser asta berxwedana jinê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Jinan têkoşîna jinên HDP û DBP'yî nirxandin û işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li dijî vê têkoşînê kirin. Di semînerê de rê û rêbazên têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê hatin nirxandin.
Beşdaran li ser van mijarên berfireh pirs û nêrînên xwe bilev kirin. Semînerê bi qasî 3 saetan dewam kir.