Li Mêrdînê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin

Li Stewrê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê meşek hat lidarxistin.

Li taxa Ewîna ya ser bi navçeya Mêrdîn Stewrê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê meşek hat lidarxistin.

Rêveberên KJA, DBP,HDP û KCD’ê hevşaredarên Stewr û gelek kes beşdarî meşê bûn. Jinên ku li taxê kom bûn bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” û dowîz di destê wan de û pankarta li ser wêneyê jinên siyasetmedar ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin dest bi meşê kirin. Şêniyên taxê jî li şaneşînên malên xwe bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşê. Çalakvanên ku demek dirêj di nava kolanên taxê de meşiyan, dîsa li qada navendê kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin wê li ser rêya jinên têkoşer ên di têkoşîna azadiyê de jiyanan xwe ji dest dan bimeşin.