Li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi armanca balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vekirin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi armanca balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate vekirin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan stand vekirin û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.
Di çalakiyê de pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hate vekirin û belavok hatin belavkirin. Li aliyê din biyografiya Ocalan hate nîşandan û wê çalakî her roja Înê were lidarxsitin.